Ji bo mîtînga Çavûşoglû jî destûr nehat dayîn
Her roj li Elmanyayê mîtîng û destûrên lidarxistina mîtîngên AKP’ê tên betalkirin.
Her roj li Elmanyayê mîtîng û destûrên lidarxistina mîtîngên AKP’ê tên betalkirin.
Her roj li Elmanyayê mîtîngên rayedarên AKP’ê tên astengkirin û destrûên mîtîngan tên betalkirin. Cihê salona mîtînga ku li dijî agir jî ewlehiya wê nîne ya li bajarê Hamûrg ê Elmanyayê ya Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlut Çavûoglû hate guhertin.
Ji roja Pênçşema bihurî ve mîtîngên derveyî welat ên yekane argumanma propagandakirina AKP’ê ne, îro jî salona ku hatibû kirêkirin destûra wê betalkirin.
Şaredariya Hambûrg Mîtte, ji ber li gorî nepêwîstiya ewlehiya avahiyê ji agir a Plaza Event Center a ku dihat plankirin ku wê Mevlut Çavûşolû baxive û mîtîng lidar bixe hate betalkirin.
Hat diyarkirin ku organîzetorên AKP’ê salonekî din amadekirine, lê hê jî wê li kû bikin agahî parve nekirine.
Pênçşema bihurî li bajarê Gaggenaû yê dikeve başûrêrojavayê welat mîtîna ku wê li salona ku wê 400 kes beşdar bibin hatibû qedexekirin.
Lê li gorî agahiyên Şaredariya Gagenaûyê dayî, der ket holê ku rêxistina ÛETD a bi ser AKP’ê ve têkildarî beşdarbûna Wezîrê Karê Edaletê Bekir Bozdag a mîtîngê agahiyên derew dabû. Şaredariya Gaggenaû ya ku rojek mayî ji mîtîngê re zanî ku wê Bozdag ji bo referandûmê deng bixwaze bi armaca propagandakirinê hatiye, ji ber ewlehiya destûra dayîna salonê betalkiribû.