Ji bo meşa ‘Erdogan xêr nehatî’ banga tevlîbûna girseyî
ADEF, ATÎK, Jina Nû û YDG ji bo meşên ‘Erdogan Xêr nehatî ‘ (Erdogan Not Welcome) ku wê li Koln û Berlînê bê kirin banga tevlîbûnên girseyî kirin.
ADEF, ATÎK, Jina Nû û YDG ji bo meşên ‘Erdogan Xêr nehatî ‘ (Erdogan Not Welcome) ku wê li Koln û Berlînê bê kirin banga tevlîbûnên girseyî kirin.
Federasyona Yekîtiya Dersim a Demokratîk a Ewropa (ADEF), Federasyona Karkerên Tirkiyeyî ya Ewropa (ATÎK), Jina Nû û Ciwanên Demokratîk ên Nû (YDG) ku daxuyaniyek nivîskî dan, bi armanca protestokirina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a hatina Elmanyayê ji bo tevlîbûna çalakiyên li Berlîn û Kolnê bang kirin.
ADEF ev bang kir: “Ji bo li dijî protestokirina Erdogan a li dijî nixûmandina sûcên li hember kedkar, koçber, gelê me yên li Tirkiye û Kurdistanê ji bawerî û netewên cuda, dîsa Dersimî gelên li Tirkiye û Bakurê Kurdistan û Dersimê kirî û dîsa protestokirina hevkariya hikûmeta desthilat a burjûvaya yekparêz a Elmanya weke ADEF me cihê xwe di çalakiyên protestoyî yên ‘Platforma Xêr nehatî Erdogan’ girt. Li ser vî bingehî di ser de bang li Dersimî, Elewiyên Kizilbaş dikin ku bi awayekî bi hêz tevlî mîtîngên li Berlîn û Kolnê yên navendî bên kirin bibin.”
ATÎK û Jina Nû û YDG jî di daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Bi milyonan kes naxwazin desthilata Erdogan û ew bê Elmanyayê. Em weke koçberên Tirkiyeyî yên li Elmanya dijîn, kedkarên Elman, hêzên pêşverû û demokrasiyê, jinên koçber û xwecihî, weke ciwan naxwazin dîktatorekî mîna Erdogan ên ku xwedî sûcên mezin in bê vexwendina Elmanya. Bang li her kesê alîgirê mirovahiyê dike, her kesê azadiya civakî, bawerî û civakbûyînê diparêzin ji bo hilweşandina desthilata Erdogan û protestokirina hatina wî ya Elmanyayê bi awayekî xurt tevlî çalakiyên xwepêşandanî yên 28’ê Îlonê li Berlîn û 29’ê Îlonê jî li Kolnê bê kirin bibin.”