Ji bo meşa 6'ê Çileyê ya li Parîsê bang hate kirin
Xwendekarên Kurdolojî ya Zanîngeha Înalco ya Parîsê, ji bo meşa 6'ê Çileyê ya ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
Xwendekarên Kurdolojî ya Zanîngeha Înalco ya Parîsê, ji bo meşa 6'ê Çileyê ya ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
Ji bo siyasetmedarên Kurd ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, wê 6'ê Çileya 2018'an meşek bê lidarxistin.
Ji bo meşê, xwendekarên Kurdolojî yên li Zanîngeha Înalco ya Parîsê banga tevlîbûnê kirin.
Xwendekaran li ser hastaga #jyseraipour a li ser twîtterê, dowîzên amade kirin weşandin.
Meş wê 6'ê Çileyê li Gare du Nord dest pê bike.