Ji bo malbata gerîlayê HPG'ê Ûmût Dûran serdanên sersaxiyê hat kirin
Ji bo malbata gerîlayê HPG'ê Ûmût Dûran ê li Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li mala serxweşiyê ya Kîelê serdanên sersaxiyê hat kirin.
Ji bo malbata gerîlayê HPG'ê Ûmût Dûran ê li Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li mala serxweşiyê ya Kîelê serdanên sersaxiyê hat kirin.
Gerîlayê HPG'ê Ûmût Dûran (Leheng Dersîm) ê li Dersîmê di 22'ê Cotmehê de tevî 6 hevalên xwe jiyana xwe ji dest da, li bajarê Kîel ê Elmanyayê hate bîranîn.
Merasîma sersaxiyê ji aliyê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Kîelê ve hat organîzekirin û xizmên Dûman lê amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, Berdevkê Komîsyona Meclîsê M. Emîn Ûca axivî û got, "Ji ber bomberdûmana bi balafirên şer û topbarana ji qereqolên derdorê hevalên Akîf, Firat, Leheng, Newroz, Rojhat, Sarîna û Zîlan ên bi lehengî li ber xwe dan tevlî karwanê şehîdan bûn. Em ê bi têkoşîna hevrêyên xwe yên jiyana xwe ji dest dane, dilsoz bin û têkoşîna wan bidomînin."