Ji bo leşkerên Elman û Fransî bîrdariyeke mezin
Ji bo leşkerên Elman û Fransî bîrdariyeke mezin
Ji bo leşkerên Elman û Fransî bîrdariyeke mezin
Di 11'ê Mijdarê de, ji bo bîranîna leşkerên Elman û Fransî yên di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de jiyana xwe ji dest dan, bîrdariyeke mezin hat vekirin.
Ji bo bîranîna 580 hezar leşkerên Elman û Fransî yên di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de li eniya Fransayê jiyana xwe ji dest dan, duh bîrdariyeke mezin hat vekirin. Li ser bîrdariyê navê hemû leşkeran cih digirin. Bîrdariya mezin a gilover, ku navê Bîrdariya Gustîlkê lê hat kirin û li komuna Ablain-Saint-Nazare ya li bakurê Fransayê hat çêkirin, li ser 500 plakê ji pola, navê leşkerên jiyana xwe ji dest dan, hatin nivîsandin.
Li bîrdariya 327 metre berfireh, navê leşkerên Elman û Fransayê li gorî rêza alfabetîk hat nivîsandin û welatê ew jê ye, nehat nivîsandin. Ev bîrdarî, bîrdariya herî mezin e ku ji bo bîranîna leşkerên di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de jiyana xwe ji dest dane. Bîrdarî bi 8 mîlyon Euroyî hat çêkirin.
Bîrdarî duh bi merasîmekê ji aliyê Serokkomarê Fransayê François Hollande û Wezîra Parastinê ya Elman Ursula von der Leyen ve hat vekirin.
Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de ku nêzî 10 mîlyon leşker û bi mîlyonan sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn, şerê herî dijwar ê di navbera Elmanya û Fransayê li bakur û rojhlatê Fransayê qewimî bûn. Di pevçûnên li eniya Fransayê de, ku rê li ber têkçûna Elmanyayê jî vekir, bi taybetî li derdora Verdunê di şerê çeperan de bi sed hezaran kesî jiyana xwe ji dest dabûn.