Ji bo ku got ‘bila zarok nemirin’ bi zaroka xwe ya 2 mehî re wê têkeve girtîgehê
Ayşe Çelîk ku tevlî bernamyeke televizyonê bû û got, ‘bila zarok nemirin’ 1 sal û 3 meh ceza lê hate birîn, bi zaroka xwe ya 2 mehî re wê têkeve girtîgehê.
Ayşe Çelîk ku tevlî bernamyeke televizyonê bû û got, ‘bila zarok nemirin’ 1 sal û 3 meh ceza lê hate birîn, bi zaroka xwe ya 2 mehî re wê têkeve girtîgehê.
Ji Ayşe Çelîk re ku gotibû ‘bila zarok nemirin’ ceza hate ragihandin. Ayşe Çelîk ku beriya bi 2 mehan bûyî dayik herî dereng di nav deh rojan de bi keça xwe Deran re wê bikevin girtîgehê.
Biryara derbarê Çelîk ji hêla Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Stenbolê ve, Daîreya Cezayê ya 2. ve Cotmehê hatibû pejirandin.
Ayşe Çelîk di bernameyê de gotibû, ‘’Bêdeng nemînin. Bi mirovî hinekî hesas nêz bibin. Bibîbinin, bibihîsin û êdî dest bidin me. Guneh e, bila mirov nemirin, bila zarok nemirin, bila dayik negirîn.’’