Ji bo koçberkirina Xiristiyanên li Iraqê piştgirî tê dayîn

Ji bo koçberkirina Xiristiyanên li Iraqê piştgirî tê dayîn

Rêberê Keldaniyên Iraqê Patrîk Louîs Raphael Sako diyar kir ku bi pêşveçûna oldariya zêde ya li welat kêmar di bin tehdîdê ye. Sako bi lêv kir ku hinek welat piştgiriyê didin koçberiya Xiristiyanan a ji Iraqê.

Sako di konferanseke ku ji aliyê Komîseriya Bilind ya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî ve hatiye organîzekirin de axivî û got li Iraqê piştî şerê hat jiyîn, rewşa îro tê jiyîn, fikaran zêde dike û got zextên li ser kêmaran zêde bûye.

Sako di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku bi taybet di çend mehên dawî de êrîşên bombeyî û suîkast pêk tên û got: “Hêzên navnetewî û herêmî pevçûnên li welat gur dikin û ev jî ji bo ewlehî û aştiya civakê tehdîdek mezin ava dike.

Ji ber tehdîdên ku xiristiyanên Iraqê pê re rû bi rûne re, seferatxaneyên hinek welatan piştgiriyê didin koçberiya Xiristiyanan û ev rewş zirarê dide rewaşa cemaata welat.

Sako balkişand ser rola  oldarên Iraqê û wiha pê de çû: “Ji bo pêşeroja welat divê komên oldar bi hev re bikevin nava piştevaniyê. Divê li welat çanda aştî û diyalogê pêşve biçe.  Jiyaneke aştiyane ancax bi vî awayî mumkune.

Xiristiyan, Êzdî û Manden ên li Iraqê, parçeyeke jiyanê ya Iraqê ne. Heta îro ev civak bi çandên cuda re ligel hev jiyane û civakan bi piştevaniyê şîdet red kirine.” Sako bang li Misliman, Xiristiyan, Êzdî, Ereb, Kurd, Tirkmen û Şakaban kir û got Iraqê ancax wek malbatekê bixibitin û rizgar bikin.

HEJMARA XIRISTIYANAN KÊM BÛ

Li Iraqê piştî şerê di 2003’an de pêk hat, ji 1.5 mîlyon Xiristiyanê, mîlyonek koçî derveyê welat kir. Yên ku man jî li welat li cihên din bi cih bûn. Piraniya Xiristiyanan li başûrê Kurdistanê bi cih bûn.

Ev 8 sale li Iraqê Xiristiyan tên revandin, îşkence lê tê kirin û dêr tên bombebaran kirin. Ligel ku di makeqanûna Iraqê ya 2005’an de azadî hatiye îfadekirin jî, derbasbûna xiristiyaniyê sûc tê dîtin. Hedefa kesên ku ji Rojava û DYA’yê hêrs dibin jî, mixabin dîsa xirîstiyanên li vir dijîne. Li dijî xiristiyanan êrîşa her î mezin di cotmeha 2010’an de li Bexdayê li dijî dêrekê pêk hat. Di êrîşa vir de 58 kesî jiyana xwe ji dest da. Di 2004’an de jî 71 dêr rastî êrîşê hatin.

Cihê herî bi ewle ji bo Xiristiyanên Iraqê Herêma Federal a Kurdistanê ye.  Tê texmîn kirin ku li sînorê Rêveberiya Herêma Kurdistanê 160 hezar Xiristiyan dijîn. Li van axan ji xwe ev 4 hezar sale Asûrî û Keldanî dijîn.

Sala borî di meha Kanûnê de li herêma Federal a Kurdistanê li dijî kargeriyên xiristiyanan êrîş pêk hat. Xiristiyanên li vir cih bûne, di nava hewldaneke ku ji bo xwe jiyaneke nû ava bikin de ne. Pirsgirêka wan ya herî mezin jî perwerdehiyên pîşeyî, nenaskirina dîplomeyên wan û nezanîbûna kurdî.  Zimanê vê herêmê kurdiye lê xiristiyanên li vir bi cih bûne, bi erebî diaxivin.