Ji bo Kobaniyan kolan bi kolan alîkarî kom kir
Ji bo Kobaniyan kolan bi kolan alîkarî kom kir
Ji bo Kobaniyan kolan bi kolan alîkarî kom kir
Mele Abdulgaffar Yildiz ê 70 salî, ku ji bo Kobaniyan ev meh û nîveke li Wanê, kolan bi kolan, dikan bi dikan digere û alîkariyê kom dike, alîkariya kom kiriye ji bo bi destê xwe radestî Kobaniyan bike, hat Pirsûsê. Yildiz anî ziman ku ki hemberî êrîşên li dijî Kobanê û mexdûrbûyîna gelê Kobanê, nedibû ew li malê rûnişta.
Kantona Kobanê ya rojavayê Kurdistanê, ku bi berxwedana xwe ya li dijî komkujî û hewldanên dagirkirinê ket rojeva cîhanê, ji 7 heta 70 salî bûye xala hevpar a her kesî ya piştevaniyê. Mele Abdulgaffar Yildiz ê 70 salî yê li Wanê dijî, ji bo destekê bide berxwedana dîrokî û piştevaniya Kobanê bike, ji Cejna Qurbanê û vir ve alîkariyê kom dike. Yildiz got, "Di rewşeke ku gelê min rastî êrîşê tê de, nikarîbûm li cihê xwe rûnê û lê temaşe bikim."
MEH Û NÎVEKE ALÎKARIYÊ KOM DIKE
Yildiz diyar kir ku wî li Wanê kolan bi kolan alîkarî kom kiriye û ji bo alîkariya berhev kiriye bi destê xwe radest bike, ji Wanê hatiye Pirsûsê. Yildiz ragihand ku tevahiya gelê Wanê tevkarî li vê xebatê kiriye û anî ziman ku ew bi tenê ji vê alîkariyê re bûye navbeynkar. Yildiz di nava meh û nîvekê de kincê barê 30 kîsên mezin û 500 cotên pêlavan bi destê xwe anî û ji bo bide Kobaniyan radestî Komeleya Piştevanî û Alîkariya Rojava kir.
DIKAN BI DIKAN GERIYA Û ALÎKARÎ KOM KIR
Yildiz ragihand ku ew bi eslê xwe ji navçeya Sêrt Dihê ye û li Wan a lê dijî dikandaran di vê mijarê de alîkarî dane wî. Yildiz diyar kir ku wî alîkariyên mîna gomlek, qazax, pantolon û pêlav ber hev kiriye û hevalê wî jî, ji bo alîkariyê bigihêjîne cih, wî bi wesayîta xwe aniye. Yildiz da zanîn ku ew li Wanê dikan bi dikan geriyaye û alîkarî kom kiriye û got, "Me ev ji bo Kobanê kirin. Ez bi xwe jî meleyek im. Dîn û îmanê van çeteyan nîne. Xwedê nas nakin. Di bin nave ola Îslamê de dijminatiya Îslamê dikin. Misilmanan dikujin. Li kîjan devera Kûranê kuştina mirovan û firotina jinan tê nivîsandin? Tirkiye alîkariyê dide van kafiran. Gelo çawa dikare alîkariyê bide kafirên êrîşî gelên mazlûm dike?"