Ji bo Îmraliyê 3 navên nû
Ji bo Îmraliyê 3 navên nû
Ji bo Îmraliyê 3 navên nû
BDP'ê navên 3 kesên ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin ji Wezareta Dadê re ragihandin. Ji bo hevdîtinê navên Parlementerê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, Parlementerê BDP'ê yê Amedê Altan Tan û Serokwekîla BDP'ê Pervîn Buldan hatin diyarkirin.
Hevserokên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak têkildarî heyeta duyemîn a biçe Îmraliyê daxuyanî dan. Di daxuyaniya, “Weke tê zanîn demek dirêje ji bo heyeta duyemîn a BDP'ê çûba Îmraliyê." hate gotin da hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina bi birayê Mehmet Ocalan re kir gotibû ew dixwaze bi hevserokan re hevdîtinê bike û pêvajoyê nîqaş bike û wiha hate gotin: “Ocalan, helwesta hikûmetê di çapemeniyê de şopand û helwesta hikmetê rast nedîtî jî diyarkiribû. Lê ji bo pêvajo neyê xitimandin pêşniyara duyemîn a ji wekîlên BDP'ê Sureyya Onder, Altan Tan û Pervîn Buldan pêk tê bên Îmraliyê kir."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di cîvînê de ev pêşniyar hate nirxandin û wiha hate gotin: “Em pêşniyara Birêz Ocalan a ji bo pirsgirêk bê çareserkirin û xitimîn ji holê bê rakirin gelek girîng û qîmet dît. Di vê çarçoveyê de 3 navên derbas dibin li ser navê partiya me ji bo bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin hatin peywirdarkirin. Serlêdanên pêvîst ji Wezareta Dadê re hatin kirin û partiya me li benda biryara wezaretê ye. Em li bendêne ku di demek kin de wezareta karên pêvîst bi cih bîne û heyet di demekî kin de biçe Îmraliyê."