Ji bo îfadeyê gazî Yuksekdag jî hate kirin

Di çarçoveya lêpirsînekê de ku li Qeyseriyê destpê kiriye, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê banga îfadedayinê li Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag kir.

Di çarçoveya lêpirsînê de ku Serdozgeriya Komarê ya Qeyseriyê bi hinceta “Bêbextî li erkdarê gelemperî kiriye” der heqê Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag de da destpêkirin,  ji bo îfadeya Yuksekdag bê girtin ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re fermanek nivîsand. Buroya Fermanê ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê jî ji bo Yuksekdag îfade bide, bi rêya postayê ew agahdar kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî di çarçoveya lêpirsînekê de ku li Mêrsînê hatiye vekirin, îro ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê ji bo îfadeyê bide hatibû xwestin.