Ji bo hevşaredarên girtî li Ewropayê kampanya dest pê dike

Di civîna Yekîtiya Şaredariyên Ewropayê de, ku Hevserokê DBP'ê Yuksek jî lê amade bû, biryar hat dayîn ji bo azadiya hevşaredarên girtî kampanya bê destpêkirin.

Civîna Yekîtiya Şaredariyan a Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES), li paytexta Belçîka Brukselê pêk hat. Heverokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek jî beşdarî civînê bû. Civîn li avahiya navendî ya Yekîtiya Partiyên Sosyalîst pêk hat û tevî nûnerên Şaredariyên London, Barcelona, Parîs, Berlîn, Roma, Varşova, Bruksel, Madrîd Hambûrg û Stockholmê, 174 şaredariyên ku nifûsa wan zêdeyî 250 hezarî ye, beşdar ûn.

Di civînê de biryar hat dayîn, ku li ser malperên şaredariyên endamê PES'ê kampanya bê nasandin, di vê çarçoveyê de bi rêya partiyên li Parlamenta Ewropayê xebat bên destpêkirin û nivîs ji hikûmetên welatan re bên nivîsandin. Her wiha biryar hat girtin, ku name ji hikûmeta Tirk re were şandin û daxwaza serbestberdana hevşaredarên girtî were kirin.

'LI 82 ŞAREDARIYÊN ME QEYÛM HATIN BICIHKIRIN'

Kamûran Yuksek li civînê axivî û diyar kir, tevî hemû zor û zehmetiyên hikûmeta navendî derxist pêşiya şaredariyên wan, şaredariyên wan gelek pirsgirêkên binesazî, hawirdor, çandî û civakî çareser kirine, lê belê bi bicihkirina qeyûman re pêşî li vê xizmeta wan hatiye girtin.

Yuksek da zanîn, ji 11'ê Îlona 2016'an û vir ve li 82 şaredariyên wan qeyûm hatine bicihkirin û hevşaredarên 82 şaredariyên wan jî hatine girtin.

Yuksek anî ziman, tevî vê yekê bi sedan endamên meclîsa şaredariyê û hevserokên partiya wan, tevî bi hezaran endamên partiyê hatine girtin û got, "Darbe li vîna gel hatiye kirin. Qeyûmên hatin bicihkirin, weke karê destpêkê yekser feraseta pir çandî û pir zimanî ya şaredariyan, sîstema hevserokatiyê û saziyên jinan ji holê rakirin."

'DIVÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN

Yuksek destnîşan kir, ku partiya wan wê têkoşîna xwe ya li dijî vê darbeya li hemberî vîna partiya wan bidomîne û got, "Di serî de şaredariyên endamê Partiay Sosyalîst a Ewropayê em li bendê ne ku hemû şaredarî destekê bidin partiya me û hevşaredarên me. Divê em xwedî li nirxên azadiyê, demokrasî û vîna gel ên bûne hedefa êrîşan derkevin."

Di encama civînê de biryar hat dayîn, ku ji bo azadiya hevşaredaran kampanya azadiyê were meşandin. Hat ragihandin, piştî ku biryarên civînê hatin erêkirin wê bi sê zimanan bi daxuyaniya çapemeniyê bên ragihandin.