Li Hevşaredarê Cizîrê Zirig 6 sal ceza birîn-NÛ BÛ

Li Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ji erkê hate girtin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn. Pêkanînên xestpker û operasyoên qirkirina siyasî ya desthilata AKP/MHP’ê dewam dike.

Rûniştina biryarê ya ji doza derbarê kesên ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî ya di bin navê ‘KCK’ ku sala 2011’an li navçeya Cizîr a Şirnexê hate kirin de, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat. Rûniştina 79 kes ku di nav de hevşaredên Cizîrê ku ji erkê hatibûn girtin, siyasetmedar û nûnerên xistinên civaka sivîl jî hebûn, pêk hat. Parêzer bi rêya Sîstema Yekbûyî ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bûn.

JI BO DEHAN KESÎ BI DEHAN SALÊ CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ HATE BIRÎN

Li Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ji erkê hate girtin 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birîn.

Dadgehê dîsa di derbarê 67 kesî de bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ 6 sal û 3 meh heta 10 sal cezayê girtîgehê birî.

Zirirg got: “Bi vê biryarê hevkariya FETO-AKP’ê hate belgekirin. Ne FETO û ne jî rejîma yek mêrî a qesrê dikare me ji têkoşîna me bide gav şûnde avêtin.”