Ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan hat kirin

Malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan îro careke din jî bo hevdîtinê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Fikarên li ser rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin. Ji parêzerên Ocalan Cengîz Yureklî, Ebrû Gunay û Emran Emekçî û xwişk û birayên Ocalan, Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan îro careke din ji bo hevdîtinê serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 

Ji serê hefteyê heta niha bi hincetên "keştî xerabe ye" û "Dema şert û merc guncaw bin em ê hayê we pê bixin" serlêdana malbat û parêzeran hatibû redkirin û her wiha duh jî bi vî awayî "Di şert û mercan de ti guherîn pêk nehatine" serlêdan hatibû redkirin.