Ji bo Hatûn Tûglûk li Bernê loqûm hatin belavkirin

Ji bo dayika Aytekîn Tûglûk ê yek ji şehîdê PKK’ê Hatûn Tûglûk a li Enqereyê êrîşî merasîma cenazeyeyê wê hate kirin, li bajarê Bern a Swîsreyê loqûm hat belavkirin.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Mingîn Bern, Komîna Afrîn Mîrxan a Bîel û Komîna Nûjiyan Erhan a Frîboûrg li Navenda Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Bern (NCKD) bi tevlîbûna dehan kes bi aktivîteyekê ji bo bîranînê şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin.

Di axaftinên li ser navê meclîsa jinan ve hate kirin de ev tişt hate gotin: “Êrîşa li hemberî cenazeyê merasîma veşartinê ya dayika me Hatûn hate kirin, li dijî hemû dayikên Kurd hatiye kirin. Ev êrîşa nemerd a li dijî cenazeyê jinên Kurd û dayikên Kurd hate kirin, dewama dewleta faşîst e.”

Piştî belavkirina loqûman aktivîte bi dawî bû.