Ji bo Hasan Karakoç merasîm hate lidarxistin
Ji bo Kurdistanî Hasan Karakoç ê li bajarê Hanaû yê Elmanyayê wefat kir, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) merasîmek hate lidarxistin.
Ji bo Kurdistanî Hasan Karakoç ê li bajarê Hanaû yê Elmanyayê wefat kir, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) merasîmek hate lidarxistin.
Hasan Karakoç sala 1956'an li gundê Yogûnsogut ê Elbîstanê ji dayik bû û ji malbateke Kurdên Elewî bû. Karakoç ku bavê 3 zarokan bû, sala 1992'an hatibû Ewropayê. Emrê xwe bi têkoşînê derbas kir û weke kedkarekî durust, pak, xwedî bawerî û azadîparêz dihate naskirin.
Ji bo Karakoç li NCDK a Hanaû ku endamê wê bû, merasîmek hate lidarxistin. Hevrêyên wî û malbata wî di merasîmê de qala jiyan û têkoşîna wî kirin. Hevrêyên wî gotin, "Mirovekî fedakar bû, durust bû û karakterekî wî yê ji dil hebû. Jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir." Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr û siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî jî li merasîmê axivîn. Pîrê Elewiyan jî xwest, lê helal bikin.
Cenazeyê Hasan Karakoç piştî merasîma duh ber bi gundê Yogûnsogut ve hate şandin ku wê li warê wî bê veşartin.