Ji bo gerîllaya HPG’ê Canda li Ûlmê şîn hate danîn
Ji bo gerîllaya HPG’ê Zubeyde Goksû (Canda) ya ku du hefte berê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû, li Ûlmê şîn hate danîn.
Ji bo gerîllaya HPG’ê Zubeyde Goksû (Canda) ya ku du hefte berê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû, li Ûlmê şîn hate danîn.
Gelek meriv û rêhevalên Goksuyê sazî û dezgehên şoreşger ên li Ûlmê jî beşdarî yadkirinê bûn.
Şîna gerîllaya HPG’ê Zubeyde Goksu ya bi nasnava Canda a ku du hefte berê di 24’ê Nîsanê de li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dabû, li Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Ûlmê hate gerandin.
Li ser navê malbatê pismamê wê Mehmet Goksu şîn û sersaxî qebûl kir û di şînê de axivî got ku, “Zubeyde û hemû şehîdên me rûmeta me ne. Ew ê di dilê Kurd û gelên cîhanê de bijîn”. Gelek welatparêz hatin şînê ya bi şîara “Şehîdên me rûmeta me ne” hatibû amadekirin.