Ji bo gerîlayê HPG'ê Hemze Şirnex bîranîn

Ji bo gerîlayê HPG'ê Hemze Şirnex bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ji bo gerîlayê HPG'ê Hemze Şirnex (Ebdulmecîd Îke) merasîma bîranînê pêk hat.

Li Saziya Komalên Ciwan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ji bo gerîlayê HPG'ê Hemze Şirnex (Ebdulmecîd Îke) ê ku di 13-15 sibatê sala 2012’an de li Herêma Besta ya Şirnexê di encama operasyoneke berfireh de tevî 14 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû saet di 13.00’an de merasîmeka bîranînê hate lidarxistin. Bîranîn bi beşdariya gelê wargehê pêk hat. Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Sofî Sîdar axifî û wiha got: "Em destpêkê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin. Divê em li nirx û têkoşîna şehîdên xwe derkevin. Êrîş li hemberî gelê me berdewam in; lewma divê ya ji destê me bê em bikin."

Li ser navê malbatê jî Nûnerê BDP’ê yê Herêma Federal a Kurdistanê Abîd Îke axivî. Îke, di destpêka axaftina xwe de salvegera 15'ê sibatê şermezar kir û wiha got: "Hemze di temenekî ciwan de beşdarî nav refên gerîllayan bû. Mirov nikare bi axaftinan wateya şehîd bîne ziman. Gelek lehengên Kurd, ji bo azadiya gelê xwe çûn şehadetê. Dewleta Tirk dest ji pêkutî û êrîşên xwe bernade. Ya dikeve ser milê me ev e ku em berxwedan û têkoşîna şehîdên xwe bilind bikin. Di kesayeta sê pêşengên jin Rêheval Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de ku bi destê dewleta tirk û alîkariya Fransa hatin qetilkirin em tevayî şehîdên Kurdistan bi bîr tînin."

Piştî axaftinan sînevîzyona ku der barê Endamê HPG'ê Hemze Şirnex de hatibû amadekirin hat temaşekirin. Piştî sînevîzyonê gel sloganên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” berz kirin.