Ji bo gerîla Unvercan konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo gerîla Unvercan konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo Mehmet Alî Unvercan (Argêş Bagirî) yê HPG’yî yê di Mijdara 2011’an de di encama  êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabû konê sersaxiyê hat vedan.

Li Taxa Hecîbekîr a Wanê ji bo gerîllayê HPG’ê Mehmet Alî Unvercan (Argêş Bagirî) ê di Mijdara 2011’an de di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de li navçeya Şemzînana Colemêrgê  jiyana xwe ji dest dabû konê sersaxiyê hat vedan. Bi hezaran kesên li ber Mizgefta Surmelî Fatîh kom bûn, ber bi konê li Kolana Mahîr a li cem mala malbatê hatibû vedan meşiyan.  Parlamenterê BDP’ê yê Wanê  Ozdal Uçer, rêxistina BDP’ê ya Wanê, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP’ê Ramazan Yildiz, Endamên Meclîsa Bajêr û bi hezaran hemwelatî beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmayên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Rêya Te Rêya Me ye” hatin gotin.  Her wiha di meşê de alên PKK’ê, KCK’ê û posterên mêzin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin rakirin.  Di meşa ku pankarta “Neçe leşkeriyê nebe celladê gelê xwe” hat rakirin de ji bo cangoriyên Kurdistan deqîqeyek rêz hat girtin.

‘DILÊ KURÊ MIN MEZIN BÛ’

Piştî rêzgirtinê Serokê BDP’ê yê Wanê Musa Îtah got, “Êdî dem hatiye gelê Kurd derkeve qadan. Di van  20 rojên dawî de gelê Wanê cenazeyan pêşwazî dike.  Me Argêşê 15 salî ku temenî wî biçûk lê dilê wî mezin spart axê.”

Paşê Parlamenterê Wanê Ozdal Uçer axivî. Uçer got, “Dem hatiye em biherikin kolanan. Pêwîst e êdî em ji malên xwe derkevin û em destûr nedin ciwanên me jiyana xwe ji bidin.” Herî dawî dayika Gerîllayê HPG’ê Gulîzar Unvercan ku mafê  axaftinê wergirt, wiha axivî , “Du kurê min şehîd ketin. Yek li eskeriyê. Eger ez derketibama çiyayan kurê min şehîd nediket. Dilê kurê min mezin bû.  Serê Rêber Apo û serê berxwedêrên çiya û zîndanan  sax be.”