Ji bo gerîla Sayan konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo gerîla Sayan konê sersaxiyê hat vedan

Ji bo gerîlayê PKK'ê Ertugrul Sayan ê li Çiyayê Tendurekê di şer de jiyana xwe ji dest da, li Alanyayê mala sersaxiyê hat vedan.

Li Çiyayê Tendurekê di sala 1994'an de gerîlayê PKK’ê Ertugrul Sayan di şerekê de jiyana xwe jidest dabû. Ji bo gerîla Sayan li Navçeya Alanya ya Antalayê li avahiya BDP'ê ya Navçeyê mala sersaxiyê hat vedan. Di ziyareta mala sersaxiyê de rêveberên BDP'ê nûnerên TZP-Kurdî û gelek saziyên din amade bûn. Mala sersaxiyê dê 3 rojan vekirî bimîne.