Ji bo gerîla Rojhat mewlûd hate dayîn

Ji bo gerîla Rojhat mewlûd hate dayîn

Ji bo gerîlayê HPG’ê Sadiq Kaya (Rojhat) ku di sala 2011’an de li Bazarcixa Mereşê di encama şerekê de jiyana xwe ji dest da, li Mêrsînê mewlûd hate dayîn.

Gerîlayê HPG’ê Sadiq Kaya (Rojhat) ku di 2’ê Cotmeha 2011’an de di pevçûnek ya li bejahiya bajarokê Narli ê ser bi navçeya Bazarcixa Mereşê ve jiyana xwe ji xwe ji dest da, malbatê li ber deriyê malê yê taxa Guneş ya girêdayî navçeya Akdenîza Mêrsînê ve mewlûd hate dayîn.

Di mewlûda ku ji bo gerîla Rojhat hatî dayîn, li gel gelek welatî, endamê MP’a BDP’ê Înan Kizilkaya, Serokê BDP’a Mêrsînê Halîs Deger, rêveberên BDP’ê ên bajar û navçeyan, nûnerên YAKAY-DER, Medî-Der, Emek-Der, Kurdî-Der tevlî bûn. Li qada ku mewlûd lê hat dayîn jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla Rojhat, alên PKK û KCK’ê hatin daliqandin.

Piştî ku deqîqeyekê li ser giyanê kesên di tekoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rawestiyan, ji bo gerîla Rojhat û hevalên wî ên di tekoşînê de jiyana xwe ji dest dane mewlûd hate xwendin.

Piştî mewlûdê Serokê YAKAY-DER’ê Cahîd Arguş da diyarkirin ku, gerîla Rojhat ji bo azadiya gelê Kurd canê xwe fedakiriye û gihaye karwanên bêmirin. Arguş got: “Şehîd rûmeta gelê Kurdin. Jiyankirina wan jiyankirina tekoşînê ye.”

Endamê MP’a BDP’ê Înan Kizilkaya jî anî ziman ku, “Şehîdên Kurdistanê rêhevalên Birêz Ocalanin.” Birayê gerîla Rojhat Hejyar Kaya jî sipasiya kesên tevlî mewlûdê bûne kir û got, “Em dê hertim xwedî li şehîdên xwe derbikevin. Ew rûmeta gelê Kurdin.” Piştî axaftinan xwarin da kesên tevlî mewlûdê bûne.