Ji bo gerîla Mizgîn Bîlîn (Raperîn Baz) a 13’ê Îlonê di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de li Çewligê şehîd bûye, li bajarê Koln ê Elmanyayê konê sersaxiyê yê du rojan hete vedan. Li konê sersaxiyê yê li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Hambûrgê hate vedan bavê Raperîn Baz a Selahattîn Bîlîn û nasên wan amade bûn.
Di konê sersaxiyên de li gel wêneyên Raperîn Baz hevrêyên wê Muharrem Bîngol (Egîd Hamzaz), Sînem Arslan (Hêvî Roger Destan) û Firat Bûlût (Şervan Çewlig) jî hatin danîn.
Sersaxî îro û sibe dom dike, dîsa sibe saet 16:00’an wê li Navenda Çanda Kurd a Hambûrgê çalakiyeke ya bîranînê bê lidarxistin.
Mele Ferman ê Mizgefta Şêx Seîd ê di konê sersaxiyê de axivî diyar kir ku divê xwedî li rê û têkoşîna şehîdan bê derketin û destkeftiyên mezin bi xwîna şehîdên Kurdistanê hatiye destxistin.
Mele Ferman nerazîbûn nîşanî Erdogan da û got: “Hemû pêximber jî li dijî dîktatoriyê û dîktatoran têkoşîn kiriye.”
Li aliyê din ji bo testa DNA’yê ya cenazeyê gerîla Mizgîn Bîlîn (Raperîn Baz) eşkere bibe hê jî li Malatyayê ye.