Ji bo endamê Anonymous 10 sal cezayê girtîgehê

Ji bo endamê Anonymous 10 sal cezayê girtîgehê

Jeremy Hammond ku tê îdiakirin endamê koma hacker a Anonymous’ê ye jêre 10 sal cezayê girtîgehê hate dayîn. Hackervanê ciwan yê ku li dozgeriya New York’ê hate mehkemekirin weke ‘bê îtaatiya sivîl’ hate nirxandin.

Hammond’ê qebûl kir ku di 2011’an de ketibû kompiyuterên navenda teybet a şirketa Startfora DYE’yê. Bi vî awayî e-posta yên 860 mişteriyên Straftor’ê û hesabên wan ketibû destê Hammond û qursanên din yên kompiyuteran.

Di êrişekî li ser FBI’ê de Hammond berpirs hate dîtin. Kom bi belavkirina van zanyariyan ku piştre di Wîkileak’ê de belav kir hate sucdar kirin. Endamên Anonymous ya ku bi destxistina zanyariyên 60 hezar bikarhênerên kredî kartan û bi ketina van hesaban ya bê destor ku 700 hezar dolarî zêdetir pêk anî, berpirs hate dîtin.

Hammond yê 28 salî ku hate pejirandin girêdayî Anonymous’ê dixwebite piştî 10 sal cezayê girtîgehê yê ku jêre hate dayîn şûnde girtin û birin girtîgehê.