Ji bo Elçîk ê HPG’yî mewlûd hate dayîn

Malbatê ji bo Mehemt Elçîk (Koçer Cûdî) yê HPG’yî mewlûd da. Di mewlûdê de apê Elçîk Abdullah Elçîk axivî û diyar kir ku polîsan astengî û gef li wan kiriye.

Malbatê ji bo Mehemt Elçîk (Koçer Cûdî) yê di şerê 2’yê Îlonê li bejahiya gundê Derike yê girêdayî navenda Mûşê de jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Gulbahçe ya navçeya Seyhan a Edeneyê, piştî konê sersaxiyê yê 3 rojan û şûnde îro mewlûd da. Cihê lê mewlûd hate dayîn ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin, malbata Elçîk mewlûda ji bo kurê xwe dabûn dewam kirin. Gelek kes beşdarî mewlûdê bûn. Polîsên ku hewldan tîşortên wêneyên Elçîk li ser bigirin, malbat gef kirin. Polîsna bi gotina “Hûn ti konê sersaxiyê nadanin. Hûn nikarin wêneyên wan rakin. Em yekê di kolanê de bibînim em ê mudaxele bikin.”gef li malbatê kirin.

Apê Elçîk Abdullah Erlçîk bibîr xist ku polîsan astengî û gef li wan kirine û got: “Em Înêya borî destpêkê çûn Mûşê piştre jî çûn Meletiyê. Ji ber ku saeta kar qediyabû wê rojê em dest vala vegeriyan. Em roja Yekşemê çûn. Bi wêneyan daxwaz ji me kir ku em cenazeyê xwe teşxîs bikin. Me li wir teşxîs kir. Cenazeyê hemû gerîlayan xistibûn cihekî mîna oxiran. Cihê ku cenaze xistibûn têde, ne elektirî kû ne jî sarker hebû. Cenazeyan dihêlin ku hata digihêje asta helanê û piştre dibin li goristanên bêkesan diveşêrin.”

'TI ELEQEYA VAN BI MIROVATIYÊ RE NÎNE'

Ap Elçîk destnîşan kir ku cenaze girtin û ber bi navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ve ketin rê, diketina navçeyê de polîsan ew rawestandin û anî ziman ku polîsan rê neda ku cenaze bikeve navçeyê, bi berxwedanê li Nisêbînê biraziyê xwe di bin dorpêça polîsan de veşartine. Elçîk wiha got: “Polîsan ji bo veşartina cenaze astengî derxistin. Tevî vê li gel 10 kesan cenaze hate veşartin. Rê nedan ku wecîbeyên olî yên cenaze pêk werin. Ti eleqeya van ne bi misilmantî û ne jî bi mirovatiyê re heye.”

Mehemt Elçîk di sala 2012’an de di xebatên çapemeniya azad de kar dikir, sala 2013’an tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdi bibû.