Ji bo ‘Efesa Mezopotamyayê’ ya 3 hezar salî 50 hezar TL!

Ji bo ‘Efesa Mezopotamyayê’ ya 3 hezar salî 50 hezar TL!

Bajarê antîk yê Dara ku 3 hezar salî ye û wek Efesa Mezopotamyayê tê zanîn li bende rizgariyê ye. Ji ber bêxwedîbûn û wêranbûnê, ji aliyê gelê herêmê ve pir kêm tê zanîn û ji bo kolanên bajarên antîk yê Dara, wezarata Çand û Turîzmê ve ji bo kolandina  îsal 50 hezar lîra dê bê dayîn.

Bajarê Dara ku bin çiyayê Tur Abdîne û wek ‘Efesa Mezopotamyayê’ tê zanîn û di navbera Nisêbîn û Mêrdînê de cih digire, li bende rizgariyê ye.

Bi sedsalane di bin erdê ye û gelek kes pê dizane, ji împaratoyên Asur, Babîl û Persan de maye. Bermahiyên bajar ku bi tunebûnê re rû bi rû ye li bende rizgariyê ye. Ji sala  1986’an heta niha kolandinên wê tên kirin û ji bo Bajarê Dara îsal ji aliyê Wezareta Çand û Hunerê ve 50 hezar lîra hatiye veqetandin.

Bajarê bin erdê Dara Antîk ku navê xwe ji Kralê Persan, Darîust digire û xezîneya veşarî ya Mezopotamyayê ye, di dema împaratoriya Romaya Rojhilat de, di şerê ku bi Persan re hatiye kirin de hem wek starger û hem jî wek barageha leşkerî hatiye bikaranîn.

Bajarê antîk yên bin erdê ku 4 kilometre dirêjiya wê heye, tê de sariç, depoyên xurekê, goristan, dêr, agora, pir hene ji gelek hewcedariyan re bûye bersiv.

Ligel ku  qada SÎT’ê ye ji sedî 90’ê wê di bin mulkiyeta gundê Dara de ye û  ji ber ku cemawerî nehatiye kirin, hemû kolandinên ku ev 27 sale tê kirin, di asta tespîtkirina envanter de maye.

Bajarê Antîk Dara ku bûye cihê sewal û embarên gundiyan, li bende ku bibe navenda turîstik ya girîng a Mêrdînê.