Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 42 meh in agahî jê nayê wergirtin, serlêdaneke din hate kirin.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 42 meh in agahî jê nayê wergirtin, serlêdaneke din hate kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 42 meh in bi ti awayî nikarin agahiyê ji muwekîlên xwe werbigirin, bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî heman serlêdan kirin.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, li Îmraliyê tecrîdkirî ye.