Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxwaza hevdîtina muwekîlên xwe serlêdaneke nû kirin ku ev 40 meh in parêzer bi tu awayî ji muwekîlên xwe agahiyekê nagirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê  bi daxwaza hevdîtina muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ku li Gîrtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de ne, ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê re serlêdaneke nû kirin. 

Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê  Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ve hate kirin. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an û heya niha ku di wê dîrokê de bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin û di bin tecrîdeke giran tê rehîngirtin. Serlêdanên hevdîtinê yan bi bi awayekî kêfî tên redkirin yan bêbersiv têne hiştin yan jî piştî bi mehan bi awayekî derqanûnî û kêfî tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li wan hatiye birîn. Her wiha nayê zanîn ku cezayên dîsîplînê bi kijan egerê hatine dayîn

Biryara qedexeya hevdîtinê ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hatî birîn, di 3’yê Gulana 2024’an de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû dayîn.

Li gel vê biryara qedexeyê di 8 salên dawî de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re herî kêm 13 caran qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya 6 mehan hatiye dayîn.