Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdaneke nû kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin.

Serlêdan ji aliyê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî ve hate kirin.

Heman daxwaz û serlêdan ji aliyê parêzerên girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ve jî hate kirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan ji sala 1999'an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye.

Axaftina herî dawî ya bi Abdullah OCalan re 25'ê Adarê bi birayê wî Mehmet Ocalan re hatibû kirin, lê ev axaftin jî nîvco mabû.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve serlêdan bêbersiv têne hiştin.