Ji bo dîtina Abdullah Ocalan serî li girtîgehê û serdozgeriyê hate dayin

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin, ku sê sal in agahî jê nayê wergirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ku li Girtîgeha Îmraliyê ne serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.