Ji bo Dîlan û Zekiye edelet hat xwestin
Ji bo Dîlan û Zekiye edelet hat xwestin
Ji bo Dîlan û Zekiye edelet hat xwestin
Meclisa Jinan a Bazidê ya BDP’ê ji bo Dîlan Dogan a 18 salî ya ji aliyê hevserê xwe ve hat kuştin û Zekiye Tokdemîr a tê îdia kirin întîxar kiriye, daxwaza edeletê kir.
Li naveçaya Bazid a Agiriyê ji bo Dîlan Dogan û Zekiye Tokdemîr ji aliyê Meclisa Jinan a Bazidê ve daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Li navçeyê jinên li ber ağabeydeya Mafê Mirovan hatin cem hev bê navber dirûşmeyên ‘Jin jiyan azadî’, ‘destê li jinê radibin bila bişikên’ berzkirin. Li ser navê jinan hevseroka navçeya BDP’a Bazidê Fatma Okçu daxuyanî xwend. Şaredara Bazidê Canan Korkmaz û endamên meclisa jinan a şaredariyê û gelek kes tevli çalakiyê bûn. Korkmaz li vir axaftinek kir û got Dîlan Dogan 20 roj berê bi kurê xaltîka xwe Selçuk Dogan re re zewiciye û ji aliyê malbata wê ve hatiye qetilkirin.
Piştre hevseroka BDP’ê ya Bazidê Fatma Okçu axivî û got Selçuk Dogan ji bo ku cezayê bê daxistin dibêje min xwe wenda kir û cînayet pêk anî. Okçu da zanîn ku Selçuk Dogan dibêj nayê bîra min min Dîlan li ku binerd kiriye û ev jî nîşan dide ku malbata wî jî vê kuştinê de cih digire. Okçu wiha got: “Bûyera din ya ku mirovan diêşîne întîxara Zekiye Tokdemîr e. Zekiye ji aliyê malbata xwe ve ji bo li sewalan binêre diçe Zozanan li vir jî întîxar dike. Ev jî ji bilî koletiyê tiştek nîne. Em sedema întîxarê bi awayekî zelal ji malbatê nagirin.ev me dide fikirîn. Zekiye destpêkê zendên xwe dibire piştre xwe bi darve dike. Mirinên jinan roj bi roj zêde dibin. Qanûna ji bo kuştinên jinan hatiye guhertin, kuştin zêdetir kiriye.
Okçu ji bo Dîlan û Zekiye edelet xwest û da zanîn ku ji ber kujerê nayên cezakirin her roj bûyreke nû diqewime. Okçu got dê şopdarê doza Dîlan û Zekiyeyê bin.
Jin piştre çûn mala Dîlan Dogan û ji malbatê re sersaxî xwest.