Ji bo daxwazên Leyla Guven piştgiriyeke navneteweyî hate kirin

Ji qada navneteweyî ji bo daxwazên Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye piştgirî hate dayîn. Di teksta îmzeyan de hate xwestin, ku tecrîdkirina Ocalan biqede.

Parlementera HDP'ê Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Ji qada navneteweyî gelek sazî, rojnamevan, parlementer, siyasetmedar û rewşenbîran bi tekstekê piştgirî dan daxwazên Leyla Guven.

Di teksta îmzeyan de ev tişt hatin diyarkirin:

"Parlementera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 7’ê Mijdara 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kir. Guven diyar kir, ku ew tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dike. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve destûr nayê dayîn ku parêzerên wî biçin serdana Ocalan. Derbarê tendirûstîya Ocalan de tu agahî nayên stendin.

Em bang li raya giştî ya navneteweyî, Konseya Ewrûpayê û Komîteya Pêşîlêgîrtîna Êşkenceyê dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan bila zextan lii Tirkiyeyê bikin. Di heman demê de em hestên xwe yên piştgirîyê jî ji Leyla Guven re dişînin.”

KESÊN KÛ ÎMZE KIRINE

Dr Nadje Al Alî, Maxîne Peake, Dr Thomas Jeffrey Mîley, Brûce Kent, Dr Derek Wall, Chrîstîne Blower, Amber Hûff, Vîctorîa Brîdges Margaret Owen OBE, Cynthîa Cockbûrn, Lord Rea Lord Dholakîa Hywel Wîllîams (Parlamenter) Tommy Sheppard SNP (Parlamenter) Chrîs Stephens SNP (Parlamenter), Dr Phîlîppa Whîtford SNP(Parlamenter), Ronnîe Cowen (Parlamenter), Rûskell M (Mark), Ross Greer, John Fînnîe, Jean Lambert, Jîll Evans, Jûlîe Ward, Martîna Anderson, Lîadh Nî Rîada, Lynn Boylan, Matt Carthy, James Kelman, Dr Rad haD’Soûza, Nîck Hîldyard, Lîndsey German, Gareth Peîrce, Janet Bîehl, Rahîla Gûpta, Sîmon Dûbbîns, Clare Baker, Dîrk Campbell, Meredîth Tax, Maryam Namazîe, Prof Karîane, Westrheîm Sarah Parker, Dr Sarah Glynn, Stephen Smellîe, Doûg Nîcholls, John Smîth, Lîz Savîlle Roberts (Parlamenter), Jonathan Edwards (Parlamenter), Ben Lake (Parlamenter), Leanne Wood, Helen Mary, Jones Llyr, Grûffydd Bethan Sayed, Daî Lloyd Penny, Clara Osagîede.