Ji bo çalakiya li Parîsê ya ji bo Ocalan banga tevlîbûnê hat kirin

Ji bo derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, li Parîsê çalakiyek tê lidarxistin. CDK-F'ê ji bo vê çalakiyê banga tevlîbûnê kir.

Civaka Demokratîk a Kurdên li Fransayê (CDK-F), ji bo çalakiya bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parîsê were lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya CDK-F de hat gotin, "Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, rewşa nediyar a tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dewam dike."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hasasiyetên gelê Kurd û daxwaza hevdîtinê ya Ocalan bi malbat û parezaran re hat kirin. CDK-F destnîşan kir, ku heta ev yek were kirin, wê li qadan bin.

CDK-F'ê ji bo çalakiyên bi vê armancê werin lidarxistin bang kir û got, "Em hemû gelê me, dostên xwen, hêzên çep-sosyalîst û hemû demokrat û şoreşger vexwendî meş û mitînga me ya roja Şemiyê saet di 15.00 de li Meydana Bastîlla a Parîsê pêk were, dikin."