Ji bo çalakiya 'Bila komkujiya Parîsê ronî bibe' ya li Dusseldorfê bang

Ji bo çalakiya 'Bila komkujiya Parîsê ronî bibe' ya li Dusseldorfê bang

Sibê li bajarê Dusseldorfê ya Fransayê bi daxwaza ku komkujiya Parîsê  ku 3 jinên kurd hatin qetilkirin ronî bibe dê li ber seferatxaneyê çalakiyek pêk were.  Buroya Aştiyê ya Jinana Kurd-Cenî û Meclisa Jinan a Arjîn ya Dusseldorfê banga tevlibûna mîtîngê kir.

Buroya aştiyê ya Jinan a Kurd û Meclisa Jinan a Arjîn ya Dusseldorfê, der barê çalakiyê de daxuyaniyek dan û diyar kirin kul i Parîsê di 9’ê çile de 3 şoreşgerên jin yên kurd bi awayekî hovane hatin qetilkirin û wihagotin: “Ligel k udi ser bûyerê re demeke dirêj derbas bû jî hêj hêzên tarî yên pişt bûyerê ji aliyê hikûmeta Fransayê ve nehatin ronîkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku  hikûmeta Fransayê ku ji bo komkujiya Parîsê ronî nebe 3 meymunan dilîze û her wiha destnîşan kir ku ji bo ronîkirina bûyerê dê gelê kurd û jinên kurd dê bi çalakiyên xwe li ser piya bin û dê çalakiyên xwe bidomînin.

Di daxuyaniyê de hte diyar kirin k udi çarçoveya kampanyaya ‘Em edeletê dixwazin’ di 21’ê sibatê roja pêcşemê saet di 10.00’an de li ber seferastxaneya Fransayê ya Dusseldorfê dê çalakiya protestoyî pêk bînin û got: “Em hemû jinan, gelê xwe û dostên xwe vexwendiyê çalakiyê dikin.

Navnîşana çalakiya roja pêncşemê saet di navbera 10.00-12.30’an de pêk were wihaye: Martin-Luther-Platz 26; Düsseldorf  (Tram / U-Bahn duragi: Steinstrasse/Königsalle)