Ji bo Bûldan biryara ‘anîna bi darê zorê’ hate dayîn

Têkildarî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan biryar hate dayîn ku ‘bi darê zorê’ wê bînin rûniştina dozê.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê ji ber axaftinên wê yên di mîtîngan de bi îddîaya ‘endama rêxistina terorî ya çekdarî ye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 18’emîn hate dîtin.

Parêzerê Bûldanê Bayram Arslan tevî rûniştinê bû û diyar kir ku muwekîla wî parlementer e û li gorî xala 83’emîn a Destûra Bingehîn divê biryara ‘ darizandin were sekinandin’ were dayîn.

Arslan diyar kir ku li gorî Destûra Bingehîn li ser kesên ku hatine hilbijartin, lêpirsîn nayê destpêkirin û ji bo darizandina muwekîla wî Pûldan divê meclîs biryarê bide.

Dozger Necatî Kayakozu ev daxwaz red kir.

Serokê dadgehê biryar da ku divê Hevseroka Giştî ya HDP’ê bi darê zorê were rûniştina dozê û rûniştin taloq kir.