Ji bo Bayram Taşpinar li Goteborgê serdanên sersaxiyê hatin kirin

Ji bo welatparêzê Kurd Bayram Taşpinar, ku rjoa 4'ê Adarê ji ber nexweşiya kanserê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Goteborg ê Swîsreyê serdanên sersaxiyê hatin kirin.

Piştî ku cenazeyê Taşpinar li bajarokê Tavşançali yê Konyayê hat veşartin, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê serdanên sersaxiyê hatin kirin. Asûrî-Suryanî û Swêdî jî di nav de bi qasî 2 hezar kes tevlî merasîmê bûn.

Heval û hogirên Taşpinar li vir axivîn û qala dilnizmî û dilsoziya wî ya bi dozê re kirin. Û destnîşan kirin ew ê ji bo bîranîna wî, têkoşînê mezin bikin.

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî daxuyaniyek hat dayîn û sersaxî ji malbatê, dost û hevrêyên wî hat xwestin.