Ji bo azadiya Tolû li La Chaûx-de-Fondsê çalakî hate lidarxistin

Li bajarê La Chaûx-de-Fonds ê Kantona Nechatel ê Swîsreyê, ji bo azadiya wergêra ETHA'yê û endama SKB-Elmanyayê Meşale Tolû ya welatiya Elman, ku beriya 1'ê Gulanê hate binçavkirin û piştre hate girtin, daxuyanî hat dayîn.

Li ser banga pêkhateyên HDK'ê, bi dehan kes duh li ber stasyona trenê ya La Chaûx-de-Fondsê li hev civiyan û ji bo berdana Tolû, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di çalakiyê de wêneyên Meşale Tolû hatin hildan û belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin. Her wiha nameya Tolû ya ji girtîgehê şandibû, hate xwendin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser zextên li Tirkiyeyê li çapemeniyê tên kirin û di şexsê Meşale Tolû de hat xswestin, hemû rojnamevanên girtî werin berdan.

Çalakî piştî axaftinan qediya.