Ji bo azadiya Ocalan li Zurihê çalakî

Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi sirûda ‘Ji bo şikandina tecrîdê serî hildîn.”

Di pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê bi sirûda ‘Ji bo şikandina tecrîdê serî hildîn’ ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Helvetîaplatz a Zurîhê çalakiyek kirin.

Di çalakiya tevgera şoreşgerên Tirkiyeyî jî piştgirî kirin de, li gel hildana posterên Ocalan, alên PKK û KCK’ê hatin hildan. Dîsa di çalakiyê de bê navber dirûşên ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate qîrikrin. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.

Piştre jî li ser navê Yekîtiya Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê Dersim Koçgirî axivî û da xuyakirin ku li gelemperiya Ewropa bi pêngava ‘Serî Hilde’ ji bo azadiya Ocala dest bi pêngavek nû kirin û bi vê çalakiyê starta çalakiyan tê dayîn. Koçgirî bibîr xist ku wê çalakî bidomin.

Koçgirî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û got: “Bi salan e tecrîda girankirî li ser Rêbertiya me dom dike. Dixwazin me û Rêbertiya me ji hev bikin. Em vê nêzîkatiyê napejirînin. Heta rêbertiya me azad bibe, em ê li ber xwe bidin. Wê ji niha û şûnde çalakiyên me yên li Ewropayê mezin û bidomin. Em carekî din dibêjin; em ê tecrîdê bişkînin, Rêbertiya xwe azad bikin.”

Piştî axaftinê û şûnde çalakî bi dirûşaman ve bi dawî bû.