Ji bo azadiya Ocalan li Freîbûrgê çalakî hate lidarxistin

Li bajarê Elmanya Ferîbûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Freîbûrgê bi beşdarbûna Meclîsa Jinan Nûda, endamên Komeleya Çanda Elewî ya Freîbûrgê û gelek kesan pêk hat.

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku li ser Ocalan tecrîdek giran heye û hate bibîrxistin ku demeke dirêj e tu agahî ji Ocalan nayê girtin.

Axaftvanan diyar kirin ku ji bo azadiya Ocalan wê çalakî bidomin û bang li saziyên navnetewî kirin ku li dijî zilmê bêdeng nemînin.

Çalakî bi dirûşmeyên ji bo azadiya Ocalan bi dawî bû.