Ji bo azadiya Ocalan Kurd li ber KE’yê ne
Ji bo azadiya Ocalan Kurd li ber KE’yê ne
Ji bo azadiya Ocalan Kurd li ber KE’yê ne
Çalakiya nobedariyê a bidaxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî li ber Konseya Ewropayê destpêkiribû sala xwe tije kir. Biboneya yekemîn salveera çalakiya nobetê li Strasbourgê çalakiyek girseyî hate li darxistin û daxwaza azadiya Ocalan hate dubare kirin.
Biboneya yekemîn salvegera çalakiya nobetê a li ber Konseya Ewropayê a li bajarê Strasbourg ya Franayê her hefte komekê dewir digirt, mitîng tê li darxistin. Bi sedan kesên ji herêma Alsas-Loren, Almanya û Swîsreyê hatin ber KE kombûn.
Di mitînga ku nûnerên saziyên Kurdistanî, her wiha li gel bi dehan kesên di çalakiya nobetê de cihê xwe girtin, gelek dostên Kurdan ên Fransî û Elman jî beşdar bûn. Di mitîngê de posterên Ocalan û flemayên PKK, PJAK û PYD’ê hatin hilgirtin.
Di dika ku li qada çalakiyê hate avakirin, wêneyên Ocalan û sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li rex hev daliqandin.
Di mitînga ku bi sedan cilên ku bi zimanê Fransî “Ji Ocalan re Azadî” nivîs, ji ber ku hêjan hemû girse komnebûye, destpê nekiriye.
Di mitînga ku dê heya demjimêr 16’an berdewam bike de, nûnerên Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî û rêveberên saziyên Kurdistanî dê bi axivin.
Di mitîngê de dê gelek hunermendên endamên Tev-Çandê dê derkevin ser dikê, her wiha dê nûnerên Komeleya Dostên Kurdan ên Alsasê biaxivin.