Ji bo azadiya Cemal Denîz li Stockholmê çalakî hate lidarxistin

Ji bo siyasetmedarê Kurd Cemal Denîz ê ku ji ber daxwaza dewleta Tirk li Danîmarkayê hatibû girtin, li Stockholma Swêdê çalakiyek hate lidarxistin.

Li pêşiya Balyozxaneya Danîmarkayê ya li Stockholmê saet di 14.00’an de çalakî hate lidarxistin. Hevserokê Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk a Stockholmê Ferah Bozcali di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li dijî Kurdan qetlîam û êrîş zêde bûne û AKP li derveyî welat jî bi rêya Înterpolê li ser Kurdan û mûxalifan zextan dike.

Bozcali diyar kir ku Danîrmarka li ser daxwaza Tirkiyeyê Cemal Denîz girtiye û Kurd ew ê vî tiştî qebûl nekin. Bozcali got: “Ji ber ku rîsk heye Denîz li Tirkiyeyê êşkenceyê bibîne, li gorî Peymannameya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî nabe ku îadeyî Tirkiyeyê were kirin.”

Li ser navê çalakgeran du kesan nameya protestoyê radestî rayedaran kirin û çalakî bi dawî kirin.

Denîz ê ku tê îddîakirin rêveberê PKK’ê ye dema ji Elmanyayê derbasî Danîmarkayê dibû di 14’ê Tîrmehê de ji aliyê Saziya Îstîxbaratê ya Danîmarkayê hate destgîrkirin.

Li ser malpera Gerînendetiya Giştî Emniyetê ya Tirkiyeyê hatibû diyarkirin ku Denîz li 192 welatan li wî tê gerandin. Piştî girtina Denîz jî çapemeniya Danîmarkayê diyar kiribû ku Saziya Îstîxbaratê ya Danîmarkayê û MÎT’a Tirkan bi hev re dixebitin.