Ji bo aştiyê 111 îmze: Ji bo demokratîkbûnê divê gav bê avêtin

Ji bo aştiyê 111 îmze: Ji bo demokratîkbûnê divê gav bê avêtin

111 kes ku  ji saziyên sivîl, çep û demokrat jî kes hene, metneke hepvar îmze kirin.  111 kesî ku gotin ‘Ji bo Aştiyê demokrasî’ diyar kirin ku ji bo ku hawira bêpevçûn mayîn de bibe, divê bi awayekî berfireh pêngavên demokratîk bê avêtin.

Danezana ku di rojnameya Radîkalê de hat weşandin de, îmzeya 111 kesên ku ji hunermend, akademîsyon, rojnameger, nûnerên rêxistinên civaka sivî û parlamenterên partiyên siyasî yên CHP û MHP’ê jî cih digirin heye.

Danezan wiha ye: “Ji bo pêvajo biguhere aştiyeke mayîn û  ji bo Tirkiyeyê demokrasiyeke azad pêk were, derfetekel gelek girîng  bo lezgîniya makeqanûna nû çêbûye.  Partiyên ku koma wan di meclisê de hene, pêşniyarên xwe demek berê daxuyandbiûn.  Dema di alî pirsgirêka kurd de mirov dinêrin cara yekemîn zelalkiyek wisa heye.  Ev esas bo hawireke nîqaşa demokratîk gele derfeteke gelek girînge.

Ji bo ku  Kurdên li Tirkiyeyê dijîn xwe bi awayekî welatiyên wekhev bibîne û  lihevkirineke berfireh pêk were, gelek pêngavên makeqanûnî yê divê bên avêtin hene.  Divê  pêngavên makeqanûnî yên ku divê cudahiyan biparêzin; divê rêgezeke wekhev, azadîxwaz ku feraseta welatibûna wekhev û têgeha welatîbûnê  bi hêztirk dike bê esas girtin.  Divê derfet bê dayîn ku her welatiyên kul i Tirkiyeyê dijî ziman û çanda xwe biparêze, pêşve bibe û ji bo nifşê pêşerojê bibe.  her wiha divê binpêkirina mafan  al i trikiyeyê bi hemû zelal bûna derkexînin holê û pêre bê rû hev. Ev ji bo çareseriyê esaseke gelek girînge.  Her kesê li alî aştî û demokrasiyê divê di esdasa rêgezên demokratîk de lihevkirina makeqanûnî pêk bîne.

Di vî alî de ji bo lihevkirina makeqanûnê, di demek kin de gelek pêngavên ku dikare bê avêtin hene. Divê di demek kin de ev pêngav bê avêtin û bawerî bê zêdekirin.  Divê bendava hilbijartinê bê rakirin, dadgehên rayeya taybet bê rakirin, li dijî biryarên ku ev dadgeh didin pêvajoyê darizandina nû bên destpêkirin  û mexduriyetên ji ber vê çêdibin ji holê bê rakirin, kanûna t êkoşîna bi terorê re bê rakirin, di qanûnên hilbijartin û Partiyên siyasî de guherîn bên kirin.  gelek guherînên bi vî rengî dikare di demeke kurt de bê kirin û divê bê kirin jî.

 Ji ber vê yekê  jî dema mirov pêvajoyê dişopînin hinek fikar dertên holê.  ji bo ku ev fikar bên ser ziman û ji bo ev fikar ji  holê rabin li Tirkiyeyê aştiyeke mayîn de bê tesîskirin, peywir dikeve ser milê her welatiyekî.

Heta daxuyaniyên ji aliyê rayedarên hikûmetê ve hatiye kirin, hemû bi pêngavên taktîkê derketine pêş.  Niha asta ku em lê de ji bo aştiyeke mayîn de divê pêngavên demokratîk bên avêtin.  Ji bo ku mafê hemû gelên Tirkiyeyê bê dayîn divê, divê pêngav bê avêtin û ev jî bi aştiyeke mayîn de mumkune.

Gava ji vî alî ve were nirxandin, hêza zêde û dijwariya bê rewa ya dewletê di 1'ê Gulana sala 2013'an de bikar aniye, gumanên me yên di warê demokratîkbûyî de bi mafdarî zêde dikin. Eger wê li siyaset Tirkiyê, di şûna dijwariyê de nîqaşên aştiyane serdest be, divê herî her tiştî hêzên ewlekariyê û hukûmet li gorî van armancan tevbigerin.

Her weha, pergala serokatiyê ku di nava hin kesan de rê li ber gumana otorîtebûyî vedike, nîqaşkirina vê pergalê ya di vê pêvajoyê de, dikare rê li ber lihevkirina li ser destûra bingehîn bigire. Ev gava ku wê hêza qanûndanîn û dadgeriyê ji gelekî alî ve bixe bin kontrola rêveberiyê, di mijarên mayîndebûna demokrasiya giştî ya Tirkiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de, wê rê li ber gumanan veke. Her gavên ku amadekariyên destûra bingehîn veşartî nîşan didin, wê zerarê bidin pêvajoyê. Lewma, divê hemû hevdîtinên li ser destûra bingehîn, di komîsyona li hev kirinê ya parlamentê de bên dîtin. Eger çareseriya pirsgirêka Kurd û pergala serokatiyê ku du mijarên dûrî ji hev in, di nava yek pakêta destûra bingehîn de bên bicih kirin û pêşkêşî referandûmê bê kirin, dê ev ne li gorî pîvana demokratîk be û bi kêrî aştiya civakî jî neyê. Eger ev nebe, wê rewabûna destûra bingehîn a civakî kêm bibe. 

Zimanê aştiyê yê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, divê ti komên bawerî û etnîkî li derve cihê neke. Pêwistiya aştî û demokrasiyê bi têgihiştineke nû ya tevlêkar, azadîperest û wekhev heye. Divê zimanê aştiyê hem li qada hundurîn hem jî li qada navnetewî, cihêkariyê neke. 

Weke encam, ji bo ev firsenda dîrokî ya li pêşiya Tirkiyê baş were bikar anîn, divê di çarçoveya demokratîkbûyînê de gav bên avêtin. Ji bo ev rewşa bê şer veguhere aştiyeke mayînde, pêwistiya me herî zêde bi demokrasiyê heye. Di pêvajoya aştiyê de, hewldanên zerarê bidin demokrasiyê xeteyên dîrokî ne. Rewşa bê şer, hêz daye alîgirên aştî û demokrasiya li Tirkiyê. Divê ev rewş mayînde bibe. Li cihê ku çek lê nateqe, gotûbêjên li ser demokrasiyê, wê watedartir bibin. Garantorê aştiyê, demokrasiya pirralî, azadîperest û wekhevîperest e."