Ji bo Îsa yê PKK’yî konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo Beşîr Sebrî Îsa (Hogir Baran) ê PKK’yî li nûnertiya HDP’ê ya Kanaryayê konê sersaxiyê hate vedan.

Saziyên Demokratîk ên Stenbolê ji bo Beşîr Sebrî Îsa (Hogir Baran) ê PKK’yî yê di encama êrîşa 16’ê Cotmehê ya artêşa Iraq û Heşdî Şebî ya li ser Kerkûkê de jiyana xwe ji dest dabû, li nûnertiya HDP’ê ya Kanaryayê konê sersaxiyê hate vedan. Di konê sersaxiyê yê gelek kes tevlî bû de wêneyê Îsa û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan. Konê sersaxiyê yê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, dûa û mewlûd hate dayîn.

Konê sersaxiyê wê sibe bi dayîna mewlûdê bi dawî bibe.

ÎSA KIYE?

Beşîr Sebrî Îsa (Hogir Baran)di sala 1956’an de li bajarê Dêrik ê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Îsa yê ku demekê li Dêrikê jiyan kir, malbata wî ji ber pirsgirêkên cuda neçar man ku koçî Êlihê bikin. Îsa yê ku sala 1878’an PKK’ê nas dike, sala 1990’an tevlî PKK’ê dibe.