Ji bo Îmraliyê serî li saziyên navneteweyî hate xistin

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo balê bikişîne ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di bin tecrîda giran de, serî li saziyên navneteweyî dan.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin, ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şertê tecrîdê de girtî ne, serî li saziyên navneteweyî dan û daxwaz kirin ku tecrîda li Îmraliyê teşhîr bikin. 

Helwdanên Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin ên ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şertê tecrîdê de girtî ne didomin.  Parêzeran, piştî ku serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, Wezareta Edaletê, saziyên girêdayî wezaretê, Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê, baro û rêxistinên sivîl dan, îro jî serî li rêxistinên sivîl û saziyên navneteweyî dan.

Sazî û rêxistinên sivîl ên navneteweyî ku parêzeran serî li van dan wiha ne: Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), Komeleya Pêşîligirtina Îşkenceyê (Association For The Prevention Of Torture/APT), Konseya Yekitiya Hiqûqê û Baroyên Ewropayê (Council Of Bars And Law Societies Of Europe/CCBE), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê ya Ewropayê (European Association Of Lawyers For Democracy &World Human Rights/ELDH), Federasyona Baroyên Ewropayê (Federation Des Barreaux D'Europe/FBE), Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FİDH), Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk a Navneteweyî (IADL), Serwîsa Mafên Mirovan a Navneteweyî (ÎSHR), Parêzerên ji bo Parêzeran, Hiqûqnasên Tirkiyeyê (Lawyers For Lawyers) Projeya Piştgiriya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (Turkey Human Rights Litigation Support Project), Rêxistina li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (World Organisation Against Torture/OMCT), Parêzerên Demokrat ên Ewropayî (European Democratic Lawyers/ADL-EDL). Parêzeran di serlêdana xwe de ji sazî û rêxistinen daxwaz kir ku pêkanînê li dijî hiqûqê yên li Îmraliyê teşhîr bikin. Her wiha parêzeran ji sazî û rêxistinan daxwaz kir ku ji bo rewşa dijmîrovî ya li Îmraliyê bi dawî bibe bikevin nav hewldanan. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an ve ku bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin ve li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şertên tecrîdê de tê girtin. Ji sala 1999'an heta 2019'an hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re bi hincetên "muxalefeta hewayê" , "xerabebûna keştiyê"  hat astengkirin. Ji bo serlêdanên ku piştî sala 2019'an hatine kirin jî ne erênî ne jî neyînî bersiv nahetiye û nayê dayîn. 

Di 23’yê Îlona 2020'an de, bi hinceta “Nexşerêya" Ocalan ku di sala 2009’an de weke pêveka parastina xwe ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand, ji bo 6 mehan biryara qedexeya parêzeran dabûn Ocalan û 3 girtiyên gel wî. Ligel ku qedexeya hevdîtinê di 23’yê Adarê de qediya jî ji serlêdanên parêzeran re ne erênî ne neyînî bersiv nayê dayîn. Dîsa bi serlêdana parêzeran a di Çileya 2021'an re, derketibû holê ku cezayek dîsîplînê yê nû dane Ocalan. Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.

Herî dawî ji ber îddîayên li ser hesabên medya civakî yên derbarê Ocalan de fikarên raya giştî mezin bûbûn û di 25’ê adarê de birayê Ocalan Mehmet Ocalan pê re bi telefonê axivî bû. Lê Mehmet Ocalan ragihandibû ku hevdîtina telefonê di nivî de hatiye birîn. Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F di bin tecrîdeke girankirî de girtî ye cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.