Ji bo ''Êşkenceya li Xalfetî'' serlêdana li Komîsyona Meclîsê

Wekîla HDP'ê Meral Daniş Beştaş têkilî êşkenceya li Xalfetî serî li Seroktiya Komîsyona Mafê Mirovan a  Meclîsê da.

Endama Katîb a Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a  Meclîsê û Parlamentera Sêrtê ya HDP'ê (Partiya Demokratîk a Gelan) Meral Daniş Beştaş têkilî êşkence, tehde, tacîz û tacawiza giştî ya li ser 51 kesên ku Xalfetî ya Rihayê hatin destgîrkirin, serî li Seroktiya Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê da.

'ME ÊŞKENCE TESPÎT KIR'

Di beşekî daxwaznameyê de ya rapora ku ji hêla Baroya Rihayê ve hatî amadekirin wiha hate gotin:

''*Li ser serlêdana 51 mexdûr û xizmên wan a li Navenda me ya Mafê Mirovan a Baroya Rihayê, şandeya me rû bi rû ew dîtine, li gorî raporên edlî, vegotinên berfireh, çavdêrî û çavdêriyan, kesên ku hatine destgîkirin êşkence û tehde li wan hatiye kirin.

*Ji ber sedema dirêjkirina dema destgîkirinê, mexdûrên ku 25.05.2019'an anîne Dadgeriya Ceza û Silhê ya Nobedar a Rihayê, ji hêla Hakimtiya Ceza û Silhê ve çavdêrî lê hatiye kirin ku li ser rewşa wan a fizîkî êşkence û tehde li wan hatiye kirin.''

'GIRÊDAN, LI ERDÊ RAZANDIN'

*Mexdûr dema ku hatine destgîrkirin, li gel ku li ber xwe nedane jî, hem  li cihên ku lê diman û hem jî li Qereqola Jandarma ya Hewêgê destên wan ji paş ve hatine girêdan, deverû hatine dirêjkirin, personelên emniyetê bi tehdeya li wan kirine. Ev miemele bi saetan dom kiriye. Dema ku mirov li tomarên 32 qamerayan a qeroqolên navborî û li dîmenên ku dema bi ser malên mexdûran de girtin binere, ev rewş bi rengekî zelal xuya dike.

*Nehiştine ku parêzerên mexdûrên ku hatine destgîrkirin li gorî yasayan miwekîlên xwe bibînin. Li gel ku parêzer û miwekîl bêyî ku wekalatname hebe dikarin hev bibînin jî li ser parêzeran ferz kirin ku wekalatnameyê bînin. Dema ku mexdûr hatin destgîrkirin, wan rojên pêşî, li gel ku parêzer bi rengekî ku kesek wan nebihîse diviya danûstandin bikirana jî, bi çavdêriya polîsekî, bi şertê ku bi Tirkî be hatiye gotin ku ew dikarin biaxivin an jî wê nehêlin ku ew biaxivin. Beriya ku îfade were standin, li gel ku mijara pevçûne menfeatê nebûye jî, li ser parêzeran hatiye ferzkirin ku tenê dikarin bi kesekî re biaxivin. Vê rewşê jî kiriye ew fikir bi mere çêbibe ku beriya  xebatên fermî, bi şêwazên qedexe lêpirsîn û mulakat hatine kirin.

'DOZGER GEF LI PARÊZERAN XWAR'

*Ew qinyad bi me re çêbûye ku dozgerê ku ber pê nehatî ku şandeya me bibîne û lêpirsîn rê ve dibir, pêvajo li gorî hiqûqê rê ve nebiriye. Hatiye tespîtkirin parêzerên ku di rewşên deryasayî de bi refleksa hiqûqî radibin, dozger gef li wan xwariye ku li ser wan jî lêpirsîn were destpêkirin û daxwazên yasayî nehatine bicihanîn.

*Ji destpêka lêpirsînê heta dawiyê, hem ji hêla dozgeriyê û hem ji hêla hêzên çekdar ên dewletê ve, bi helwesta xwe ya neyênî ya li bara parêzeran, parêzerên ku hewl dane ku li gorî yasayan biçin hatine astengkirin û mafê darizandina dadmend a gumanbaran û mafê wan ê xweparastinê hatiye binpêkirin.

'LÊPIRSÎNA KELEPÇEYA BEREVAJÎ'

*Dema ku derxistine ber dozgerî û dadgeriya lêpirsînê di hin lêpirsînan de gumanbarên ku diviya destê wan negirêddayî bûne, li ber dadger û dozger destên wan girêdayî bûne û ji paş ve hatine kelepçekirin û wiha îfadeya wan hatiye standin û lêpirsîna wan hatiye kirin.

*Serlêdana nivîskî ya ji hêla mudafiyên dosyayê ya dema lêpirsînê ya derbarê nelirêtî û miemeleya nebaş hatine piştguhkirin û hatiye tespîtkirin ku çavê xwe ji gelek nelirêtiyên hêzên çekdar ên dewletê re girtine.

*Weke ku di girtekên lêpirsînê de jî xuya kirî, dema destgîrkirinê û danişînên nirxandinê bê parêzeran hatiye kirin.''

'BÊYÎ KU MIEYENE BIKRIN RAPOR NIVÎSÎN'

Di raporê de her wiha hate gotin li Şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Rihayê li gorî ûsûlên tibbî mieyene nehatiye kirin, rapor hatiye girêdan ku derb û zor li gumanbaran nehatiye kirin.

Her wiha hate gotin hemû mexdûran gotine li qada 2'yan a şûbeya Têkoşîna Dijî Terorê ya Rihayê, hin kes hebûna û van kesan êşkence li mexdûran kirine.

ÊŞKENCEYEKE SÎSTEMATÎK Û ZAYENDÎ HATE KIRIN

*Hatiye tespîtkirin ku mexdûr dema di nezaretê de bûn, êşkenceya sîstematîk li wan hatiye kirin. Êşkenceya zayendî li gelek mexdûran kirine. Kesên ku hatine destgîrkirin heqareteke mezin li wan hatine kirin.

* Di dema lêpirsînê de mûayeneyên wan ên li ba bijîşkan tevî hêzên ewlekariyê hatiye kirin û ev tişt jî li ser mexdûran zextan çêdike.

* Ji ber ku zarok jî bûne şahidên van zextan, li ser wan travma pêk hatiye.

* Yên ku êşkence li wan hatine kirin, ji bo ku qala vê êşkenceyê nekin, hin polîsan gef li wan xwarine.

*Hin dadgeran asteng kirine ku mexdûr û parêzer qala êşkenceyê bikin.

Gelekî eşkere ye ku tişta li Rihayê hatiye kirin, tu eleqeya wê bi hiqûqê tune.

19 kesên ku hatine destgîrkirin li hewşa Qereqola Jendirmeyan a Yaylakê li erdê hatibûn dirêjkirin û destê wan ji paş ve hatibûn kelepçekirin. Ev jî diyar dike ku kesên hatine destgîrkirin, êşkence li wan hatine kirin. Vî dîmenê ku mirov bi kelepçekirî li erdê dirêj kirine, li ser gel gefê dixwe.

‘LÊPIRSÎNEKE BI BANDOR TUNE’

Piştî giliyên sûc ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê lêpirsîn hatiye destpêkirin lê parêzer diyar dikin ku lêpirsîn ne bi bandor e. Ji ber ku 28 kesên êşkence li wan hatine kirin ji bo şûna êşkenceyê winda nebe, divê sewqî Saziya Tipa Edlî were kirin. Lê hê jî ev sewq pêk nehatiye û dibe ku şopên êşkenceyê ji holê rabin.

Gelekî eşkere ye ku 51 kesên ku hatine destgîrkirin êşkenceyeke giran li wan hatiye kirin. Pê re li Rihayê gelek bûyerên wisa qewimîne. Derbkirina giran û êşkenceyên zayendî di hiqûqa gerdûnî û navneteweyî de cihê wê tune. Di gelek peymanên hiqûqî yên navneteweyî de êşkence hatiye qedexekirin.

‘DIVÊ BI MEXDÛRAN RE BICIVIN’

Ev tiştên ku li Rihayê pêk hatine dikeve qada peywirê ya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê. Di çarçoveya rapora Baroya Rihayê de divê komîsyon bi lez kom bibe û ji bo vê êşkenceye lêkolînê bike, divê xebatekê bide destpêkirin. Li cihê ku ev bûyer qewimiye divê yek bi yek bi mexdûran re hevdîtin were kirin û zextên li ser mafên mirovan werin qeydkirin.”

Ji bo lêkolînkirina vê meseleyê Beştaş, Pêşniyaznameya Lêkolînê da Meclîsê.