Ji bo 8 HDP’yiyan cezayê ‘Girtigeha malê’

Li Edeneyê ji 14 HDP’yiyên ku di nav de hevserokê bajêr Huseyîn Beyaz ji heye, piştî binçavkirina 10 rojan û şûn de bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, ji bo 8’an cezayê “Girtîgeha malê” hate dayîn.

Li Edeneyê 5’ê Mijdarê di operasyona bi ser malan de 14 HDP’yiyên ku di nav de Hevserokê HDP’ê yê bajêr Huseyîn Beyaz jî hebû piştî karûbarên li emniyetê û şûn de ji bo kontrolkirina rewşa tendirûstiyê şandin Saziya Tiba Edlî. Piştre jî sewqî Ediliyeyê hatin kirin.

Piştî îfadeya Hevserokê HDP’ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz, hevseroka HDP’ê yê navçeya Seyhan Suzan Kiliç, Rêveberê HDP’ê yê bajarê Edeneyê Îbarahîm Yûsûf, Endama Meclîsa HDP’ê ya navçeya Seyhan Saniye Seçgîn, Rêveberê KURDÎ-DER’ê Îsa Bûlût, hunermendê MKM’ê û Solîstê Koma Pel Îlyas Arzû, endamê TÛHAT-FED Mehemt Akar, Endamê MEYA-DER Fesîh Arttiran, Endamê Komeleya Rojava Ferdî Sonmez û Mûstefa Çampinar, Îsmaîl Kino, Mahmût Erdem, Mehmet Alî Înan û Osman Polat ên HDP’yî ji aliyê dozgeriyê ve hate girtin û şûn de bi îdîaya “Endamên rêxistinê” sewqî dadgeha lêpirsînê hatin kirin.

Dadgeha lêpirsînê Polat,Sezgîn, Akar, Sonmez, Çampinar û Arttiran bi şertê kontrola edlî berdan û ji bo Beyaz, Kiliç, Kino, Arzû, Bûlût, Yakût û Erdem bi heman sûcî cezayê “Girtîgeha malê” lê hate birîn.