Ji bo 27 çirke axaftinên bi Kurdî 5 meh ceza!

Ji bo 27 çirke axaftinên bi Kurdî 5 meh ceza!

Parlementerê berê yê Kurd Hamît Geylanî 4 sal berê di kongreya DTP’ya hatiye girtin de 27 çirkeyan bi Kurdî axivî û li rastî 5 meh cezayê girtîgehê hat. Dadgehê xwest aşkerekirina hukûm were taloqkirin.

Parlementerê berê yê DTP-BDP’ê yê Colemêrgê Hamît Geylanî di sala 2008 de di kongreya DTP’ê de got: “Birêz hevserokên giştî, dostên hêja, ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê. Min bi zanebûn û daxwaza xwe bi van du hevokên Kurdî dest bi axaftina xwe kir.” Bi vî awayî Geylanî tenê 27 çirkeyan (saniye) axivî û ev jî weke suc hate dîtin. Dadgeha Tirk 5 meh cezayê girtîgehê li Geylanî birî. Dadgehê xwest aşkerekirina hukûm were taloqkirin.

Serdozgeriya Komara Tirk a Meletiyê derbarê Geylaniyê ku di kongreya 20’ê çileya 2008 a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya ku hate girtin de  27 çirkeyan bi Kurdî axivî de lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de li 4’emîn Dadgeha Ceza ya Sulh a Meletiyê doz hate vekirin.

Geylanî ku di dadgehê parastina xwe kir, got ku ew di kongreyê de bi Kurdî axiviye û wiha domand: “Lê gava mirov li naveroka axaftinê dinêre, mirov tu hêmanên suc nabîne, her wiha bi guhertinên qanûnî yên ku hatine kirin jî axaftina ji bilî Tirkî bi kîjan zimanî dibe êdî ne suc e.”

Rûniştina dozê dawiya meha adarê pêk hat. Dadgeha Tirk bi hinceta axaftina bi Kurdî ya Geylanî ya bi awayê : “Birêz hevserokên giştî, dostên hêja, ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê. Min bi zanebûn û daxwaza xwe bi van du hevokên Kurdî dest bi axaftina xwe kir” weke li dijî benda 2820 ya Qanûna Partiyên Siyasî li qelem da. Bi vî awayî dadgehê biryar da ku 6 meh cezayê girtîgehê li Geylanî bê birîn û piştre ev ceza daxist 5 mehan.

ÎTÎRAZ KIR

Parêzerê Geylanî Bayram Arslan li hemberî biryara taloqkirina aşkerekirina hukûm îtîraz kir. Parêzer Arslan da zanîn ku ev biryara dadgehê ne qanûnî ye û got: “Beriya hêmanên qanûnî pêk bên, divê cezayê ku hatiye dayin were sererastkirin."

MIWEKÎLÊ MIN TENÊ 27 ÇIRKEYAN BI KURDÎ AXIVIYE

Parêzer Bayram Arslan ku madeya qanûnê ya peywendîdar bi bîr xist, diyar kir ku ev biryar ne di cih de ye, bê hukum e û ne qanûnî ye û di daxwaznameya xwe ya îtîrazê de diyar kir ku muwekîlê wî tenê 27 çirkeyan bi Kurdî axiviye.

Parêzer got: “Sucê ku tê îdîakirin muwekîlê min kiriye wiha ye: “Birêz hevserokên giştî, dostên hêja, ez dixwazim balê bikişînim ser vê yekê. Min bi zanebûn û daxwaza xwe bi van du hevokên Kurdî dest bi axaftina xwe kir.” ‘Sucê’ muwekîlê min ev e. Ji bo vê jî 6 meh ceza. Gelo ger ev axaftin bibûya 30 çirke dê çawa bibûya? Divê sîstema darazê ya Tirk ji vê aloziyê rizgar bibe. “