Ji ber stranên Kurdî ceza dan wekîla HDP'ê Guven
Bi hinceta ku stranên kurdî gotiye, mehekê cezayê hevdîtinê dane wekîla HDP’ê Leyla Guven a di girtîgehê de dîl tê ragirtin.
Bi hinceta ku stranên kurdî gotiye, mehekê cezayê hevdîtinê dane wekîla HDP’ê Leyla Guven a di girtîgehê de dîl tê ragirtin.
Li gorî agahiyê hatî wergirtin, cezayekî skandal dane wekîla HDP û hevseroka KCD’ê Leyla Guvenê.
Ji bo ku stranên kurdî gotine ‘cezayê dsîplînê’ dane. Rêveberiya girtîgehê, hinceta ku diruşma "Bijî Serok Apo" berz kiriye ev ceza daye Guvenê. Bi vê hincetê ji bo mehekê cezayê hevdîtina girtî û vekirî bi hev re dane.
Li gorî agahiyên Jinnews’ê parve kirî, parêzera Guvenê Cemîle Tûrhalli aniye ziman ku ji bilî vê ji bo ameliyta çav divê mivekila wê biçe nexweşxaneyê lê ji bo ku muayena bi kelepçeyî qebûl nekiriye sewka wê ya ji bo nexweşxanê nehatiye kirin.