Ji ber gulereşandina leşkeran kesek birîndar bû
Li çiyayê Îspîrîzê, ji ber gulereşandina leşkerên derketin operasyonê, ji girseya gel a mertalên zindî welatiyek bi gaza bombeyê ya li serî ketî birîndar bû, 13 kes jî hatin binçavkirin.

Operasyona bi tevlîbûna gelek tîmên taybet û helîkopteran li çiyayê Îspîrîzê yê navçeya Colemêrg Geverê hat destpêkirin, dewam dike. Tevî gundiyên derdorê û girseya gel a ji Şemzînan û Geverê namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Colemêrgê Abdûllah Zeydan, rêveberên HDP û DBP'ê ber bi herêma operasyonê ve çûn. Welatiyên hewl dan derkevin çiyê rastî êrîşa leşkeran hatin. Di encama êrîşê de welatiyê bi navê Levent Dere bi bombeya gazê ya li serê wî ket birîndar bû. Welatiyan Dere ji çiyê daxistin û bi wesayîtê birin Geverê.
13 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Leşkeran li gundê Dedeler ê nêzî nuqteya êrîşê jî welatiyên bi navê Ferît Dere, Ercan Dere, Ayhan Dere, Ozkan Dere, Reber Dere, Şerîf Toregul, Ûmût Toregul, Firat Toregul, Abdûllah Zengîn, A. Kerîm Zengîn, Marûf Demîr, Yakûp Demîr û Azad Derînsû binçavkirin.
LEŞKER BI BOMBEYÊN GAZÊ ÊRÎŞ DIKIN
Girseya nêzî lûtkeya çiyê dibe rastî êrîşa leşkeran a bombeyên gazê tê. Li herêmê leşkeran wesayîtek şewitandin û ber bi herêmê ve gelek leşkerên din hatin sewqkirin. Leşkerê herêma operasyonê ber bi heremên gundên Tuyî û Nordeşê yên Şemzînan ve çûn. Tê gotin ku gelê Şemzînan jî ber bi herêmê ve çû.
Gelê derketî çiyê ragihand ku leşkeran gelek hêstir kuştine. Gelê herêmê got ku di bin navê operasyona li hemberî qaçaxçiyan de operasyon li hemberî herêmên HPG'ê tê kirin.