Ji ber çi ye ev bêtehemulî?

Ji ber çi ye ev bêtehemulî?

Li hinek deran ger nirxên der barê hebûna gelan de hatibe qedexekirin, teqez bêtehemuliyek heye.Gelo yên ku mirovan bike mirov ne nirxên xweser in? Ziman, ax û çand... Ev tiştên pêwîst e hebin, nîne gelo? Lê ger bi salane hinek van nirxan bipelçiqîne û tune bike, wê demê hebûna vî gelî jî kiriye ‘lîsteya qedexekirî’.

Li pişt her tiştên ku bi salan e hatiye qedexekirin, divê bê zanîn ku gelek rastî veşartîne. Dîsa her çiqas serê wan bê girtin, divê bê zanîn ku rastî tu car nayê winda kirin. Wek komkujiyên komî yên ku berê dikirin! Gelo niha çima evqas gorên komî derdikevin holê? Bi sedan kesên ku kirin bin axê dê rastiya veşêre gelo? Van şermên xwe... Belê yên ku divê şerm bikin ew in; Yên ku tehemula wan ji hebûna Kurdan re tune ne.

Bêguman di nava vê demê de li dijî zîhniyeta yekparêz û nîjaperestiyê gelek têkoşîn hatin dayîn. Kurdan her çiqas ji bo aştiyê pêngav avêtibin jî, ev zîhniyet her tim li pêş wan bûye asteng.

Niha Kurd dixwazin mafên xwe yên herî xwezayî  yê wekê mafên perwerdehiya bi zimanê xwe pêk bînin û dîsa heman zîhniyet li pêş wan sekiniye. Her kes vê dibîne. Mînak dibistana Kurdî  ya li Licê jialiyê gel ve hat çêkirin, rastî zextan bi dehan leşkerî hat. Gelo niha dê kîjan wijdan vê qebûl bike, lê ji xwe dîsa heman wijanên ku komkujî pêkanîne vê dikin. Divê em zêde jî matmayî nemînin gelo?

Mixabin di sedsala 21'ê de hê zimanê dayikê yên zarokan tê kelepçekirin. Ev şerma mezin ji bo Tirkiyeyê. Berê li dibistanan baş neaxiftina Tirkî şerm bû. Lê wan dilê biçûk nedizanî ku yên divê şerm bikin yên ku zimanê wan qedexe kirine. Her wiha me gelek caran ji mamosteyan lêdan dixwar ji ber ku em nekarin bêjin ‘Alî ata bak’. Zarok dema ji dayik bû wek Kurd hat dinê û zimanê ku yekem hîn kir jî Kurdî bû. Dê çi zanibe; Alî kî ye, çima ‘Ata’ binêre? Ev demek dirêj e wisa ye û zarok mezin bûn, êdî her tişt ferq kirin û niha dizanin ku  kesên ev li wan ferzkirin, ji toveke bêtehemul hatine.

Bêguman êdî dem guherî, wek berê zarok ji ber ku baş Tirkî naxivin lêdanê naxwazin û êdî dê şerm nekin. Kes dê wan ji rastiya wan dûr nexe û ji hebûna wan dûr nexin. Ew çiqas dibistanên me xera bikin em ê li şûna wan ên nû ava bikin. Ji ber ku êdî heqîqetek ku vejiyaye heye, serhildanek heye. Niha kî dê serhildana dilê wan bitemirine gelo? Gel dê dîsa bêjin provokasyon? Na, tenê navek wê heye, bêtehemulî ye.

Ev boykotên ku tên kirin vê îfade dikin; Zarokên Kurd êdî pergala dewletê, zimanê dewletê yanî tu tiştê wê qebûl nake. Tirkiye vê wek tehdîdek mezin bibîne jî, ev di esasê de divê bi salan berê pêk bihata û ev mafê herî xwezayî yên mirovan bû. Belkî pir caran behsa maf hat kirin, behsa hiqûq û edaletê hat kirin lê hemû jî bi pêkanînên dijmirovane hatin erêkirin. Yanî em ê mafên xwe ji kîjan mafî peyda bikin?  Ya herî baş; Enel-heq...