Ji BDP’ê banga çalakiyê
Ji BDP’ê banga çalakiyê
Ji BDP’ê banga çalakiyê
BDP’a Îzmîrê daxuyaniyek da çapemeniyê pêk anî û diyar kirin ku bi dirûşmeya ‘ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî, ji gelê kurd re statu’ sibê dê daxuyaniyek bidin çapemeniyê û banga tevlibûnê kir.
Serokê BDP’a Îzmîrê Fuat Mîkaîlgolu, rêvberên BDP’a ÎzmÎrê Huseyîn Aktaş, serokê Konakê yê BDP’ê Cuma Hayaloglu û hunermenda NÇM’ê Hanîfe Polat tevli bû.
Fuat Mîkaîloglu ev agahî dan: “Bi tevlibûna parlamentera me ya BDP’ê ya Stenbolê sibê saet di 17.00’an de em li avahiya BDP’a Îzmîrê daxuyaniyek didin. Em hemû gelê xwe vexwendiyê çalakiyê dikin.
Hunermend NÇM’ê Hanîfe Polat jî got bi şîara ‘Huner lêgerîna heqîqetê ye’ sibê saet di 18.00’an de li şanoya anfî ya Fuara vekirî dê konserekê bidin û hemû gel vexwendî kir.