Ji Baselê heta Strasboûrgê: Azadî ji Ocalan re!
Meşvanên Basel-Strasboûrgê, bi coşeke mezin dest bi roja 6'an a meşa xwe ya dirêj kirin.
Meşvanên Basel-Strasboûrgê, bi coşeke mezin dest bi roja 6'an a meşa xwe ya dirêj kirin.
Meşa dirêj a ji Baselê heta Strasboûrgê ku ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê tê lidarxistin, di roja 6'an de ye.
Meşa îro danê sibehê li navenda bajarê Selestad ê Fransayê dest pê kir. Meşvan dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Bijî berxwedana zindanan" û "Leyla Guven rûmeta me ye" qîriyan.
105 KÎLOMETRE MEŞIYAN
Di meşê de li her bajar, bajarok û gundan li ser tecrîdê û armanca çalakiya greva birçîbûnê belavok hatin belavkirin. Kurdistaniyên li herêmên ku meşvan jê derbas dibin dimînin, tevlî meşê dibin û destekê didin çalakiyê.
Çalakger di nava 5 rojan de 105 kîlometre meşiyan û piştî ku 26 kîlometreyên din meşiyan wê danê êvarê li bajarê Ersteîn ê Fransayê bêhnê vedin.
Her ku meşvan nêzî Strasboûrgê dibin kelecana wan jî zêde dibe.